Sereke

Ajansa fransîye pêşdaçûyînê wê alîkarîya fînansî bide goveka Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê

Wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyan rastî baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Jonatan Lakot, serkarê ofîsa ajansa Fransîyayêye li Qafqasîya Başûr Rafayêl Jozan hatîye bona ku pirsên piştgirîya fînansî gotûbêj bikin.Rafayêl Jozan bi hûrgilî daye dîyarkirinê, wekî ajansa fransî li welatên ku pêşda diçin, învêstîsîya dikin û nava doranên wê bernamêda goveka saxlemîxweykirinê ya girîng e. Anahît Avanêsyanê ew alîyên wezîreta saxlemîxweykirinê raber kirine, yên ku hewcê piştgirîyêne. Jonatan Lakot guman elam kirîye,wekî hevkarîya dualî wê kardarbe û xebatên bona goveka saxlemîxweykirinê wê berdewambin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button