Sereke

Ji Almanîyayê alîkarîya hûmanîtarîye 3O-î tonnayê, nava wanda 2 mîkroavtobûs, hatîye Ermenîstanê

Bi teyara wezîreta Almanîyayêye parastinê, alîkarîya hûmanîtarîye 3O-î tonnayê hatîye Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
“Ew bi hevkarîya baylozxana Ermenîstanêye li Almanîyayê, dêra ermenîye li Almanîyayê û yektîya jinaye bi navê “Sîlva Kapûtîkyan”-ê hatîye teşkîlkirinê”,- ji wezîretê elam kirine. Nava alîkarîyêda hîmlî derman, dezgehên doxtirîyê û eşîyayên mayîne pêwîst hene. Bi wê teyarê usa jî 2 mîkroavtobûs bona merkeza Stêpanakêrtêye doxtirîyê, yên bi dem û dezgehên xweva, gihîştine Ermenîstanê. Ji wezîretê bîr anîne,wekî bi meremê progirama alîkarîyê, hukumata Almanîyayê îdî du mîlîon yûro daye Xaçê Sor, Xaçê almanayî Sor 200.000 yûro daye Xaçê Ermenîstanêyî Sor, û usa jî hukumata almana 300.000 yûro jî başqe teslîm kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button