Sereke

Êzdîya bangî hukumata Îraqê kirîye ku bersivê bidine gefxwerinên tirka

Partîy Azadîya û Dêmokratîya êzdîya girêdayî gefxwerinên Tirkîyayêra, yên girêdayî destpêkirina êrîşa li Şengalêra bi elametîyêva pêşda hatîye û bangî hukumata Îraqê kirîye, ku destûra wê yekê nedin. Tirkîya dicedîne têrîtorîyayêyn okûpasîyakirî bide berfirehkirinê û êrîşê bibe ser Şengalê. Çawa bersiva wê yekê,wekî Êrdogan derheqa wê yekêda elam kirîye, wekî partîya Azadîya û Dêmokrasîya êzdîya bi elametîyêva pêşda hatîye. Nava elametîyêda partîya navkirî berbirî Organîzeya Netewên Yekbûyî û hukumata Îraqê bûye, daye dîyarkirinê,wekî Şengal nikare bibe eşîyayê kirîn- frotanêye wextê hevraxeberdana.Hatîye dîyarkirinê,wekî hukumata Îraqê gerekê tabîya xweye hindava elametîya Tirkîyayê bide kifşê. “Hukumata Îraqê gerekê tabîya xweye hindava van elametîya bide kifşê. Protokolên navnetewî, yên di navbera welatên cînarda îmzekirî hene. Gelo serbixwetîya Îraqê tune?”, nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê. Paşê hatîye gotinê,wekî binelîyên Şengalê wê axa xwe biparêzin û pêşberî her êrîşekê wê ber xwe bidin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button