Sereke

Sîstêmên navnetewî bi wê yekêva hewaskarin, ku li Arsaxê zyana êkolocîye çawa pêşda hatîye

Heya niha hesabkirina zyana rûyê şerê Arsaxêyî 44 rojeda pêşdahatî, nehatîye kirinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstsanêyî dor-bera Romanos Pêtrosyan gotîye.
” Hesabê zyanêyî fînansî niha tune.Organa anegor, ya ku gerekê zyanê hesabke, organa girêdayî êkolocîyê û rêsûrsavaye. Feqet bi masştabên tomerî, ez dikarim bêjim wekî gilî derheqa çend hezar hêktar daristanadane”,-wezîr gotîye.
Xêncî wê yekê alîyê ermenî wextê şêr ser navên bi deha sîstêmên navnetewî name derheqa wê yekêda şandine.Wezîr usa jî daye dîyarkirinê,wekî rûyê opêrasîyonên şêrda êkolocîya dor-bera gelekî xirab bûye, usa jî rûyê xebitandina bombên fosforêda. Bi gotina wezîr, sîstêmên navnetewî nava van hevtîyên dawîda bersiva berbirîbûnên ermenîya dane û hewaskarîya xweye hindava wê yekêda dane dîyarkirinê

Zêdetir nîşan bide
Back to top button