Sereke

Koma xebatêye girêdayî pirsa Arsaxêva wê pirsên sîstêmên transportê gotûbêj bike: Ovêrçûk

3O-ê meha çile, koma xebatêye sêalî wê pirsên dasekinandina sîstêmên transportê gotûbêj bike. Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye.
“Têmayên derheqa wê yekêda nava elametîya serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvda hatine dîyarkirinê.Emê pêşda pirsên derheqa pêşxistin û dasekinandina sîstêmên transportê gotûbêj bikin”,- ewî gotîye. Derheqa hevdîtinada, Ovêrçûk gotîye wekî ew nikare bêje, ku hevdîtinên bi dereca cîgirên serekwezîra wê çiqas wextî carekê bên derbazkirinê, yan jî gelo ewê her dem li Moskvayê derbazbin, yan na.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button