Sereke

Nava navnîşa qebûlkirina ruşetxwerinêda Ermenîstan cîyê 6O-ye:Transparency International

Teşkîleta Transparency International-ê nava navnîşa xweye sala 2O2O-da ya girêdayî pirsa ruşetxwerinêva, Ermenîstanê cîhê 6O-î girtîye. Sala 2O19-a, Ermenîstan cîhê 77-da bû. Nava welatên Avropa Rojhilatê û Asîya Merkezîda bi dînamîka baş Gurcistan, Ermenîstan û Bêlarûsin. Cîhê ewlinda Danîyaye, paşê Zêlandîya Nû û Fînlandîyane. Hatîye dîyarkirinê,wekî hinek şuxulkarên sîyasî krîzîsa ji koronavîrûsê pêşdahatî bona qewînkirina serokatîya xwe dane xebatê. Raportêda hatîye dîyarkirinê,wekî li temamîya herêmê koronavîrûsê pirsgirêkên sîstêmê û serkarîkirinê pêşda anîye, bi berfirehî ruşetxwerin belav bûye û nerazîbûnên sosîyalî kûr bûne.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button