Sereke

Organîzeya Netewên Yekbûyî pirsa şandina mîsîya qîmetkirinêye li Qerebagê dîsa tevî Adirbêcanê û Ermenîstanê dide qayîlkirinê

Sîstêmên Organîzeye Netewên Yekbûyî pirsa şandina mîsîya xweye qîmetkirnêye li Qerebagê, dîsa Ermenîstanê û Adirbêcanêra dide qayîlkirinê. Derheqa wê yekêda, wextê birîfîngê wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye.
“Em şuxulkarîya sîstêmên navnetewîye nava vê pirsêda çawa tiştekî kardar hesab dikin. Niha li Qerebagê û li nehîyên dor bera, Xaçê Navnetewîyî Sor bi aktîvî dixebe. Çi ku derheqa ajansên Organîzeya Netewên Yekbûyîdane, seroketîya Organîzeya Netewên Yekbûyî tevî alîyên ermenîya û azêrîya nava pêwendîyadanin û qayîlkirina bona şandina mîsîya qîmetkirinêye li Qerebagê berdewam dikin”,-ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button