Sereke

Tiştê nêzîkî aqila nîne ku mihacirên azêrî vegerine li ser axa bin kontrola ermenîya: V. Pogosyan

Berdevkê serokê Arsaxê Vahram Pogosyan derheqa wê yekêda xeberdaye, wekî mêdîya sosîyalîda bes hatine belavkirinê,wekî diqewime mihacirên azêrî paşda vegerine gundên dor-berên Stêpanakêrtê.
“Usa tê femkirinê, wekî ne tenê alîyê azêrîya, lê usa jî qewatên neçêkirinê dicêribînin nava civakêda tirsê pêşda bînin. Diqewime behsên wî cûreyîye usa ji alîyê qulixdarîyên azêrîyayî mexsûsda tên belavkirinê. Ev pirs merkeza guhdarîya serokatîyêdane û qulixdarîya bêqezîyabûnê wê yekêva mijûl dibe”,- Vahram Pogosyan gotîye. “Arsax tu cara nikare nava teşkîla Adirbêcanêdabe. Emê çêkirina dewleta xwe bi garantîyayên bêqezîyabûnêye ji alîyê hêzên rûsaye aşîtîparêzda berdewam bikin. Paşdahatina mihacirên azêrîyaye li ser axa bin kontrola meda, tiştê bûyînê nîne û pirsa wî cûreyî nikare bê gotûbêjkirinê.Em zanin,wekî encamên wê yekê wê çawabin û serokatîya Arsaxê wê yekêra qayîl nebe. Ez careke mayîn diwekilînim, wekî rojevêda pirsa wî cûreyî tune û nikare hebe, lê ewên ku van behsên nerast belav dikin, xirabkarîyava mijûl dibin”,-Pogosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button