Sereke

Cîgirên serekwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê pevketine ku komên pêşezanîyê sazkin

Li Moskvayê hevdîtina cîgirên serekwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê bi formata koma xebatêye sêalî, serhevda hatîye.Wextê hevdîtinê govekên xebata tevayî hatine lênihêrandinê, yên ku anegorî elametîya serekwezîrê Ermenîstanê, serokê Rûsîyayê û serokê Adirbêcanêye 9-ê mijdara sala 2O2O-î û usa jî elametîya 11-ê meha çileye sala 2O21-ê têra hatine dîtinê. Alî pevketine van komên pêşezanîyê sazkin:

  • cîguhastina baraye bi rîya hesinî, rêya avtomobîla,
  • pirsên çareserkirina cîguhastina, nava wanda yên bêqezîyabûnê, sînora, gumirkê, sanîtarîyê, doxtirîya heywana û yên bona kontrolkirina cûrên mayîn.
    Alî pevketine ku sazkirina van komên pêşezanîyê heya dudê sibata sala 2O21-ê ser hevda bînin, lê hevdîtinên wane ewlin heya pêncê sibatê derbazkin. Hatîye qirarkirinê, ku hevdîtina bi sirê li Moskvayê derbazkin. Ji alîyê ermenîyada cîgirê serekwezîr Mhêr Grîgoryan, ji alîyê Rûsîyayêda cîgirê serekwezîr Alêksêy Ovêrçûk û usa jî cîgirê serekwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêv tevî hevdîtinê bûne.
Zêdetir nîşan bide
Back to top button