Sereke

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv raporta derheqa kuştina binelîyên sîvîle ji alîyê hêzên azêrîyada daye nûkirinê

Admînîstrasîya parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv raporta derheqa kuştina binelîyên sîvîle ji alîyê hêzên azêrîyada daye nûkirinê, kîjanêda bûyarên derheqa kuştina binelîyên sîvîlda, yên ku usa jî piştî 22-ê kanûna sala 2O2O-î qewimîne, hatine raberkirinê. Raportêda kuştina binelîyên sîvîl, dîlên sîvîle ku ketine destên wan û kuştina wan, hatine tomerîkirinê. Ji 27-ê îlonêda hetanî 28-ê meha çile 72 kuştinên binelîyên sîvîl hatine raberkirinê, ji kîjana 41 bûyar rûyê derbên hedefkirîdanin, lê 31 jî yên ku dîl ketibûn. Parêzerê mafên mêriv usa jî cêrge bûyarên girêdayî zêrandin û eblûkirina cinyazara raber kirine. Hatîye dîyarkirinê wekî 163 binelîyên sîvîl jî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button