Sereke

Kirêkirîyên ji Sûrîyayê gerekê ji zona dew-doza Qerebagê dûrkevin: katibê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv

Kirêkirîyên ji Sûrîyayê gerekê ji zona dew-doza Qerebagê dûrkevin, şuxulkarîya wane nêzîkî welatên organîzeyê qezîyayê bona organîzeyê raber dike. Derheqa wê yekêda katibê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Stanîslav Zas gotîye,wextê ku ewî derheqa hazirîya çekdarên Sûrîyayêye li zona dew-doza Qerebagê xeberdaye.
“Înformasîyayên me hene wekî li zona dew-doza Qerebagê çekdarên Sûrîyayê hene û ew çiva mijûl dibin. Em têra dibînin,wekî her kirêkirîkî ji Sûrîyayê gerekê ji wêderê dûrkeve, çimkî sazbûna komên sîlihkirîye neqanûnîye li rex sînorên welatên endamên organîzeyê, bona bêqezîyabûnê rîskê raber dike”,-Stanîslav Zas gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button