Sereke

Nadîya Mûrad rastî serekwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî hatîye

Serekwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî aktîvîsta êzdî Nadîya Mûrad qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê, Kazimî derheqa rola wan jinada daye dîyarkirinê, yên ku sax mane li ber dinîyayê didine raberkirinê ku ew ji alîyê têrorîstada hatine zêrandinê û fikira civaka navnetewî bona yekbûna civakê tê mobîlîzsîyakirinê, ya ku dijî wê xirabkarîyêye. Serekwezîr usa jî daye dîyarkirinê,wekî rola êzdîyaye bona dasekinandina nehîyên wane dîrokî girîng e. “Hukumat poşman nîne ku cedandina dide xebatê, ku binelîyên edil paşda vegerine malên xwe û piştgirîyê didine qewînbûna hal. Niha cedandina didine xebatê, ku sîstêmên cî bidine dasekinandinê, mekteb û qulixdarîyên doxtirîyê bixebitin, yên ku rûyê têrorîzmêda hatine xirabkirinê”,-Kazimî gotîye. Nadîya Mûrada aktîvîst, razîbûn elamî hukumatê kirîye bona cedandinên bo dasekinandina jîyana edile li Şengalê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button