Sereke

Pareskerên Ermenîstanê nava salên dawîda dereca hazirîyêye bilind dane kifşê: Stanîslav Zas

Pareskerên hêzên Ermenîstanê wextê telîmên leşkerîye salên dawî, dereca hazirîyêye bilind dane kifşê. Derheqa wê yekêda katibê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Stanîslav Zas gotîye. Bi gotina wî, wê rast nîbe, ku piştî şerê Qerebagê dereca şerkarîya eskerê ermenî qîmetkin. Wê yekê gerekê fermandarê hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî bike.
“Nava salên dawîda pareskerên ermenî li ser dereca hazirîya leşkerîye bilind bûne”,-Zas gotîye. Bi wê yekêva tevayî hêzên ermenî beşeke hêzên oargnîzeyêne. Nenihêrî wê dew-dozê, wê yekê bi tomerî hildayî hukumî li ser şerkarîya hêzên organîzeyê nekirîye. Hersal ew hêz diha qewîn dibin û bi gotina katibê oragnîzeyê, ew hazirin pirsên pêşîya xwe danî helkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button