Sereke

Yêgîşê Kîrakosyan hêvîdar e, wekî mehkema Avropayê wê teribandinên Adirbêcanê bide dîyarkirinê û wê borcdarke ku kompênsasîyayê bidin

Wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropayêye mafên mêriv Yêgîşê Kîrakosyan hêvîdar e, wekî mehkema Avropayêye mafên mêriv wê şikyatên Ermenîstanêye raberkirî, yên derheqa teribandinên Adirbêcanêda, gotûbêj bike.Kîrakosyan gotîye, wekî şikyatê raberkirî xebata berfireh ye, nava kîjanêda gelek teribandinên binelîyên cimeta Arsaxê û Ermenîstanê hene.
“Teribandin gelekin. Encamê wane dawî kompênsasîya ye. Gilî him derheqa zyana matêrîyalîdane, usa jî derheqa zyana nematêrîyalîdane”,-Kîrakosyan gotîye. Ewî şikyatê ji alîyê Ermenîstanêda raberkirî girîng hesab kirîye.Xêncî wê yekê şikyatê Adirbêcanê jî heye û ew bi kêmasîyava hatîye raberkirinê, kîjana meriv dikare hema dijî Adirbêcanê bide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button