Sereke

Azêrî bi têknîka mexsûs rêya avê diguhêrin: li Mêgrîyê pirsgirêk pêşda tê

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan gotîye,wekî binelîyên qeza Ermenîstanêye Syûnîkê, Mêgrîyê rastî pirsgirêka avê tên, ya ku bi destî hêzên azêrîyaye sîlihkirî pêşda tên. Derheqa wê yekêda Tatoyan fêysbûkêda nivîsîye. Parêzerê mafên mêriv gotîye,wekî binelî şikyat dikin ku pênc sal pêşda hêzên azêrîyaye sîlihkirî rêya çemê Mêgrîyê nava çîyada guhartine û ew berbi Nexçêvanê diçe. Nava encamê wê yekêda li bajarên Mêgrîyê û Agarakê û usa jî li çend gunda pirsgirêkên avê pêşda hatine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button