Sereke

Parlamêntvanên Avropayê bang dikin ku hemû mecala bidine xebatê bona ku Dêmîrtaş bê azaberdanê

Tirkîyayê birîyara mehkema Avropayêye mafên mêriv, ya derheqa azaberdana Salhedîn Dêmîrtaşda neqedand.Wekîlên pênc komên sîyasî, yên parlamênta Avropayê ser navê şêwira Avropayê name nivîsîne û dew kirine ku azaberdana Salhedîn Dêmîrtaş bidine çareserkirinê.Hatîye elamkirinê,wekî Tirkîyayê fikira derheqa xebera azada teribandîye. “Tirkîya eşkere ji birîyara mehkema Avropayêye mafên mêriv dûr sekinî û ew birîyar mîyaser nekir, ya ku borcdarîyên welêt dide teribandinê. Bi wê yekê endama şêwira Avropayê, Tirkîya bona qedirê mehkemê qezîya ye. Em bang dikin, ku hemû mecala bidine xebatê, bona ku azaberdana Dêmîrtaş bê çareserkirinê”,-nava namêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button