Sereke

Hukumata Kurdistanê borcdarî hildaye ser xwe, ku paşdahatina êzdîya bide çareserkirinê

Hukumata Herêma Kurdistanê borcdarî hildaye ser xwe, ku paşdahatina êzdîyaye bêqezîyaye li Şengalê bide çareserkirinê. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wextê hevdîtina tevî Nadîya Mûrada aktîvîst, gotîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî serekwezîr îzbat kirîye, ku ewê piştgirîyê bidine paşdahatina wane li Şengalê. Lîdêrê kurd bîr anîye, wekî êzdî beşeke Kurdistanêye girîngin û îzbat krîye,wekî kabînêta wî wê dîsa piştgirîya wan û mafên wan berdewamke. Mesrûr Barzanî bîr anîe,wekî bi seda pêşmerge wextê şerê li Şengalê şihîd ketine û usa jî bang kirîye ku halê li Şengalê bidine normalkirinê, bona ku hemû cangorîya bîr bînin û aramîyê vegerînine li vê nehîyê. Xeberdan usa jî derheqa aktîvkirina gera jin û keçên êzdî çûye, yên ku tên hesabê çawa merivên bêser-berate undabûyî.Alîya derheqa mîyaserkirina qayîlnivîsara Şengalêda dane dîyarkirinê, ya ku sala derbazbûyî di navbera Hewlêrê û Begdayêda hatibû destanînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button