Sereke

Hukumata ŞAY nava dereca sîyasîda gerekê bersiva bûyarên li Arsaxê qewimî bide

Pirsa paşdaanîna dîlên ermenî ye leşkerî merkeza guhdarîya komîsîya data Ermenîye li Amêrîkayê ye. Derheqa wê yekêda cabdara komîsîya data ermenîye li Waşîngtonê Êlîzabêt Çûlcyanê gotîye. Bi gotina wê, hema roja ewlinda, Baydên pirsa paşdaanîna dîla kirîye nava rojevê. Tevî endamên komîsîyayê îdî ji sedî zêdetir hevdîtin derbaz bûne. Komîsîya data Ermenî difikire, wekî alîyê amêrîkî gerekê nava vê pirsêda ji prînsîpa wekehevtîyê paşda bisekine û berbirî wî welatî bibe, yê ku pevketinê diteribîne û dîlên ermenî paşda venegarîne. Çûlcyanê daye dîyarkirinê,wekî hukumata amêrîkî gerekê bi dereca sîyasî bersiva wê yekê bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button