Sereke

Li Sûrîyayê derb gîhandine sê bazayên tirkaye leşkerî, kuştî hene

Li Sûrîyayê bi rokêta derb gîhandine sê bazayên tirkaye leşkerî. Derheqa wê yekêda «Rojava Network» -ê daye dîyarkirinê û elam kirîye,wekî cîhê hedimî hene, lê nava qulixçîyên leşkerîda jî kuştî û birîndar hene. Ev derb li alîyê bajarê Eyn Îsayê hatine gîhandinê. Bi şirovekirina wê yekê, pêşezanê leşkerî Olêg Lûkyanov daye dîyarkirinê,wekî li vê nehîyê di navbera çekdarên piştgirên tirka û hêzên Sûrîya Dêmokratîkda zûva şer diqewime. Bi fikira pêşekzan, ew êrîş bi texmîn ji alîyê kurdada hatine mîyaserkirinê.Feqet hinek alî jî didine dîyarkirinê,wekî dibek ew derb ji alîyê eskerên hukumata Sûrîyayê û pareskerên Îranêda hatine mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button