Sereke

Nava dew-doza Qerebagêda tevbûna leşkerên tirka sîyasîya Êrdogane pantûrkîzmê daye dîyarkirinê

Enqere dicedîne pêwandîya tevî Bekûyê li herêmê bona qewînkirina tabîyên xwe bide xebatê, bo ku împêratorîya osmanî bide dasekinandinê û bighîje welatên Avsîya Navîn. Dereqa wê yekêda rojnamevanê ji Lîbîyayê Aledîn Salih nivîsîye.
” Tevbûna leşkerên tirka û kirêkirîyên ji Sûrîyayê ye tevî dew-doza Qerebagê, sîyasîya pantûrkîzmê daye dîyarkirinê, ya ku ji alîyê Êrdogan û parîtîya wîda bi agrêsîvî tê mîyaserkirinê, bi wî meremî, ku tesîra Enqerê li Qafqasîya Başûr û Asîya Navîn belav bike. Lazim e bîr bînin,wekî nenihêrî îdêolojîya pantûrkzîmê, Êrdogan nava dîroka Tirkîyayêda serokê ewlin e, yê ku bi aktîvî mêtodên wî cûreyî dide xebatê. Tirkîya û komên wêye sîlihkirî li bakûrê Sûrîyayê sîyasîya têrorîstî dijî binelîyên kurd didine mîyaserkirinê. Li nehîyên okûpasîyakirî paqijkirinên êtnîkî, kuştin û revandina karmedên kurd tên mîyaserkirinê. Wextê okûpasîya Efrînê, 674 binelîyên edil hatine kuştinê, 73OO meriv hatine revandinê, 3OO OOO welatî hatine cîhşihitandinê, 314 OOO darên zeytûnê hatine birînê û 7O avayên arxîtêktorî hatine talankirinê. Xêncî kurda, ermenîyên Qerebagê jî li ser xwe tragêdîya nasîyonalîzma tirka sala derbazbûyî texmîn kirine. Tirkîyayê ji Sûrîyayê bi hezara kirêkirî şandibûne Adirbêcanê. Bi piştgirîya Tirkîyayê, Adirbêcan karibûye serbikeve”,-xudanê miqalê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button