Sereke

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv, wextê hevdîtina tevî dêlêgasîya Yektîya Avropayêye li Ermenîstanê, derheqa lez paşdaanîna dîlên ermenîye li Adirbêcanê daye dîyarkirinê

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan, 5-ê sibatê, rastî seroka dêlêgasîya Yektîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêya Vîktorînê hatîye.Wextê hevdîtinê cêrge pirsên derheqa lez paşdaanîna dîlên ermenîye li Adirbêcanê hatine gotûbêjkirinê. Parêzer daye dîyarkirinê,wekî serokatîya azêrîya bi zanebûn wê yekê dide paşdaêxistinê, şuxulkarîyê dide sîyasîzasîyakirinê, ku tesîra xwe li ser civaka ermenî û bi taybetî li ser malbetên dîla zêde bike ku hal bide sertkirinê. Xêncî wê yekê, parêzerê mafên mêriv teribandinên mafên mêriv raberî dêlêgasîyayê kirîye. Hatîye dîyarkirinê,wekî raporta ji sirê der wê bê raberkirinê, kîjanêda hemû tişt wê bi hûrgilî bêne raberkirinê.
Alî pevketine ku nava pirsên parastina mafên mêrivda hevkarîya kûr mîyaserkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button