Sereke

Organîzeya Netewên Yekbûyî bang kirîye ku jin û zarokên ji qampên li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bidine derxistinê

Pêşezanên Organîzeya Netewên Yekbûyî, yên mafên mêriv, bangî welata kirine ku bi deha hezara jin û zarokên endamên malbetên DAÎŞ-ê ji qampên li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê cîguhastîkin.Pêşezana dane dîyarkirinê, wekî mecalên li wan qampa yên xirabin.Hatîye dîyarkirinê,wekî rîska belavbûna koronavîrûsê heye. Li qampa av têrê nake û gelek mecalên prîmîtîv tunene. Li van qampa ji 64OOO zedetir meriv hene, bi taybetî jin û zarokin. Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî li qampa ” Xol”-ê çar meriv nexweşîya koronavîrûsê ketine û eşaretî dane ku heger vîrûs belav bibe, wî çaxî pirsgirêkên nû wê pêşda bên. Pêşezan dibêjin,wekî gelek welat naxwezin welatîyên xwe ji wir bibin, çimkî piranîya wana endamên malbetên DAÎŞ-ne. Ji alîyê pêşezanada name şandine li 57 welata, hîvî kirine ku ew welatîyên xwe ji wan qampa bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button