Sereke

Îdî tu menîk tune ku Tirkîya hidûdê tevî Ermenîstanê girtî bihêle: Ara Ayvazyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan îdî tu menîkê nabîne ku sînorê Ermenîstanêyî dewletêyî ji alîyê Tirkîyayêda girtî bimîne. Derheqa wê yekêda Ara Ayvazyan wextê civîna parlamêntê gotîye.
“Ez difikirim, wekî Tirkîya, bin hukumê civaka navnetewîda, gerekê bere-bere paşda vegere şuxulkarîya herroje, îdî tu menîk tune, ku dijî Ermenîstanê hesarkirinê bide xebatê. Hesarkirina Ermenîstanê pirsa statûs-kivoya Arsaxêva girêdayî bû, ya ku bi xebitandina qewatê hatîye guhartinê”,-Ayvazyan gotîye.
Ara Ayvazyan serda zêde kirîye wekî meremê hukumatêyî hîmlî ewe wekî atmosifêra bêqezîyabûnêye dora Ermenîstanê û Arsaxê qewînbe. Wezîr usa jî daye dîyarkirinê,wekî bona Ermenîstanê derbazkirina telîmên tirka-azêrîyaye leşkerîye li Qersê xemgînîyê pêşda tîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button