Sereke

Ji meha adarê qayîlnivîsara Ermenîstanê û Yektîya Avropayêye derheqa hevkarîyêda wê qewatê bistîne

Yektîya Avropayê îro daye dîyarkirinê, wekî şuxulkarîya îzbatkirina qayîlnivîsara Ermenîstanê û Yektîya Avropayêye derheqa hevkarîyêda ser hevda hatîye. Qayîlnivîsarê ji yekê adarêda qewatê bistîne. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.Anegorî elametîya wezîreta karên der, ya ku sala 2O17-a, 24-ê mijdarê li Bryûsêlê hatîye îmzekirinê, qayîlnivîsara heleqetîyên dualî dide ser dereceke nû, dîyaloga sîyasî û êkonomîkî tê pêşxistinê usa jî hevkarîya kirîn-frotanê gerekê bê aktîvkirinê. Nava cêrge govekada hevkarî gerekê pêşda here. Pêwîste bidine dîyarkirinê,wekî derheqa pirsa helkirina pirsgirêka Qerebagêda jî hatîye dîyarkirinê, wekî ew pirs nava doranên koma Mînskêda bê helkirinê, anegorî prînsîpên wekehevtîya cimeta û mafê xweqirarbûnê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button