Sereke

Li Jnêvê bi înîsîyatîva Ermenîstanê hevdîtina derheqa îzinnedaîna komkujîyada derbaz bû

Dehê sibatê li Jnêvê hevdîtina şêwira Organîzeya Netewên Yekbûîye mafên mêriv derbaz bûye, ya ku bi înîsîyatîva Ermenîstanê hatibû teşkîlkirinê. Tevbûyên hevdîtinê rêberîya Ermenîstanêye nava prosêsên îzinnedayîna komkujîyada bilind qîmet kirine. Nava xebera xweda wekîlê Ermenîstanêyî nava organîzeyêda Andranîk Hovhannîsyan bi taybetî daye dîyarkirinê, wekî piştî destanîna serbestîyê Ermenîstanê rêzolyûsîya derheqa îzinnedayîna komkujîyêda pêşda kişandîye û ew gîhandine konvênsîya derheqa komkujîyada. Ewî daye dîyarkirinê,wekî zordarîyên dawîye li herêmê barbarîyên dîrokî bîr anîn û careke mayîn dane kifşê wekî lazime ku mêxanîzmên navnetewî îzina xirabkarîyên wî cûreyî nedin. Anegorî rêzolyûsîya ji alîyê Ermenîstanêda pêşdakişandî, cêribandinên afûkirina komkujîya û înkarkirina wan qezîya wekilandina wan barbarîya pêşda tînin. Alîyê ermenî usa jî derheqa pirsa cabdarîya welataye nava karê îzinnedayîna komkujîyada daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button