Sereke
Bi hemsedirtîya cîgirên serekwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê civîna koma xebatêye sêalî derbaz bûye
Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan,cîgirê serekwezîrê Rûsîyayê Alêkysêy Ovêrçûk û cîgirê serekwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêv bi cûrê vîdyokonfêransê civîna duda, ya koma xebatêye sêalî derbaz kirine.Wextê civînê şuxulkarîya xebata tevayî hatîye gotûbêjkirinê, ya ku anegorî elametîya serokên Rûsîyayê û Adirbêcanê, serekwezîrê Ermenîstanêye nehê mijdarê tê mîyaserkirinê. Xêncî wê yekê usa jî wedê xebata pêşerojê hatîye qayîlkirinê.