Sereke

Bostancyan: nava pirsgirêka Qerbagêda prînsîpa xweqirarbûnê wê ese paşda vegere nava rojevê

Nava pirsgirêka Qerbagêda prînsîpa xweqirarbûnê wê ese paşda vegere nava rojevê. Derhqeqa wê yekêda wextê hevdîtina tevî rojnamevana, parlamêntvanê Ermenîstanêyî berê Vardan Bostancyan gotîye.
“Em bêjin, wekî ne tenê Rûsîyayê wê yekê bike, ya ku wê bixweze tabîya xwe li herêmê qewînke, lê usa jî R’ojava”,- ewî daye zelalkirinê. Bostancyan gotîye,wekî Rûsîya naxweze tevî Tirkîyayê raste-rast nava pêwandîyadabe, lê Êrdogan jî sirîya xweda dicedîne ku ji Elîyêv azabe, çimkî Elîyêv bona ketina Rûsîyayêye li Qerebagê piştgirî daye Rûsîyayê.
“Îran hê naxweze pêwandîyên tevî Adirbêcanê carekêra bide xirabkirinê, çimkî li cem wan binelîyên azêrîye pirmîlîyonê dijîn. Feqet ew yek nade kifşê, wekî tabya Têhranê nikare bê guhartinê”,- ewî gotîye. Çi ku derheqa halê Ermenîstanêyî sîyasîyî hundurdane, bi fikira Bostancyan, ew dikare carekêra bê guhartinê, çimkî meriv bere-bere ji şoka piştî şêr derdikevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button