Sereke

“Medê sîyasî” yê Tirkîyayêyî anegorî xerîtê: gelo ev yek bona Ermenîstanê û dinîyayê qezîya çi cûreî ye?

Piştî açixîya wextê agrêsîya dijî Arsaxê medê Tirkîyayêyî sîyasî diha zêde vebûye. Bi têlêvîzîyona Tirkîyayê van roja xerîtek tê nîşandayînê, kîjanêda xwestinên wî welatî tên dîyarkirinê. Ermenîstan jî dikeve nava wê zonayê. Pêşezan fikirên cûre-cûre dora wê xerîtê raber dikin. Karên Hovhannîsyanê tirkzan dibêje, wekî piştî sazbûna Komara Tirkîyayê ew xerîte xwestina wan bûye.
“Ew armanca Tirkîya îroyîne û tiştê veşartinê nîne wekî Êrdogan dixweze bibe Atatirkê Tirkîyayêyî duda. Bona ku ew bibe yekî usa, gerekê sînorên Tirkîyayê bide berfirehkirinê”,- Hovhannîsyan gotîye. Xudanên hazirkirên wê xerîtê ew yek jî hesab hilnedane wekî sala 2O48-a li Almanîyayê hejmara tirka dikare bighîje 5O-î mîlîyonî. Bi gotina Hovhannîsyan tirka usa jî li Byûzandîyayê kirin û bi temamî cimet û çandên bi hezara sala tune kirin.
Sedirê yektîya akadêmîsîyayên ermenîye li Almanîyayê, Azat Ordûxanyan nafikire, wekî hesabên tirkaye agrêsîv li Almanîyayê dikarin bibine rastî. Bi gotina Ordûxanyan, cimeta ku ji Tirkîyayê hatîye, piranîya wê kurdin, yên ku xwe çawa tirk hesab nakin, li Avropayê azadî dest anîne û dikarin heyîna xwe çêkin.
” Li Almanîyayê heja miletçîtîyê mezin dibe û ew hej dijî kêmkirina faktora tirkaye. Tirkîya dicêribîne bi destî dîyaspora xwe tabîyên nû sazke, lê ez nafikirim, wekî Almanîya ew welate, li kîderê tirkê bikaribin bi dengê bilind rojekê xeberdin”,- Ordûxanyan gotîye.
Bi fikira Karên Hovhannîsyan jî dikare usa bibe wekî xwestinên Tirkîyayê hêrsa Rûsîyayê rakin û ew bighînin pevçûyînên leşkerî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button