Sereke

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk derbên rokêtaye berbi Hewlêrê berk gunehkar kirîye

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî derbên rokêtaye berbi Hewlêrê gunehkar kirîye
“Duh bajarê Hewlêrê û firegeha wê dane ber rokêta.Em wê kirinê gunehkar dikin, ya ku dijî qewînbûna li herêma Kurdistanê bû”, Mezlûm Ebdî Twittêrêda nivîsîye. Ştatên Amêrîkayêye Yêkbûyî, Brîtanîya Mezin, Almanîya, Nîdêrland, Organîzeya Netewên Yekbûyî, Misir, Erebistana Saûdîyê, Kûvêyt, Urdon û Yektîya Mîrtîyên Ereba bi elametîyêva pêşda hatine, ev kirin gunehkar kirine, û piştgirîya xweye hindava Kurdistanê dane dîyarkirinê. Em bêjin, wekî şeva duşemê ji alîyê Gvêrê çend rokêt berdane berbi paytextê Kurdistanê. Rûyê wê yekêda merivek hatîye kuştinê, şeş meriv jî birîndar bûne. Derb gihîştîye nêzîkî firegeha Hewlêrê û usa jî nehîyên Hewlêrêye sîvîl.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button