Sereke

Gelo vekirina rêya hesinîye li Abxazîyayê tiştê bûyînêye?

Gurczan Conî Mêlîkyan nava doranên bernama têlêvîzîyonêda derheqa rîya Abxazîyayêye hesinîda û girîngîya wêye bona Ermenîstanê xeberdaye. Bi gotina Mêlîkyan piştî şerê salên 9O-î derheqa daseknandina rîya Abxazîyayêye hesinîda gelek xeberdan çûne.Gurcistanê pirsa yektîya têrîtorîya pêşda kişandîye û hazirîya Abxazîyayêye dora sivira hevraxeberdana hesab dike çawa gaveke neanegorî berjewandîyên Gurcistanê û pirsgirêka çê dike. Bi qîmetkirina Mêlîkyan ev rê bona Ermenîstanê girîng e, lê ew yek nade kifşê, wekî bi wê rêyê wê bikaribin gelek bara cîguhastî bikin. Bi fikira pêşezan, xebitandina rêya hesinîye ji alîyê sîyasîda girîng e, çimkî heger Ermenîstan nava Adirbêcanêra bighîje Rûsîyayê, wî çaxî rêke başqe jî wê nava Gurcistanêrabe. Bi gotina Mêlîkyan xêncî rêya Larsê, wê usa jî başbûya ku nava Osîya başûrra rê vebûya, bona kîjanê îro mecal hene. “Nava van salada Gurcistan welatê tranzît bûye, yê ku niha dikare wê monopolîyayê undake. Heger berê Yêrêvanê dicêriband tevî cînara bixebite, ku ji projeyên herêmê der nemîne, roja îroyîn îdî Îran û Gurcistan aktîv bûne, ku ew tabîya xwe unda nekin”,-Mêlîkyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button