Sereke

ŞAY ji tevbûna tevî hevraxeberdanên li Astanayê paşda sekinîye

Li Astanayê êtapa hevraxeberdanaye 15-a destpê bûye û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî vexwendina ji alîyê Rûsîyayêda kirî înkar kirîye. “Me kolêgayên xweye amêrîkî teglîf kirine ku ew tevî hevraxeberdana bin, lê mixabin, wana ew yek înkar kir”,- wextê pirêss-konfêransê, wekîlê serokê Rûsîyayêyî alîyê pirsên Sûrîyayêda Alêksandr Lavrêntîyêv gotîye. Li wir dêlêgasîyayên Tirkîyayê û Îranê, usa jî dêlêgasîya opozîsîya Sûrîyayê û ya hukumata Sûrîyayê hazir bûn”. Lavrêntîyêv usa jî gotîye, wekî dêlêgasîya navnetewî bi serkaîya wekîlê Organîzeya Netewên Yekbûyî Hêyr Pêdêrson hatîye Astanayê. Lazime bidine dîyarkirinê, wekî nava çar salada li Astanayê 14 êtapên hevraxeberdana bona pirsa Sûrîyayê hatine derbazkirinê, lê heya niha tu qirarek nehatîye qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button