Sereke

Ayvazyan Lavrovra derheqa dijwarîyên ji alîyê Adirbêcanêda sazkirî, girêdayî dîlara, xeberda ye

17-ê sibatê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan, yê ku bi seredana xebatêva li Rûsîyayê bû, rastî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov hatîye.Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa paşdaanîna dîlada çûye.
“Fikir dora mîyaserkirina xalên elametîyên 9-ê mijdarê û 11-ê meha çileda hatine pevguhartinê. Girêdayî wê yekêra, nava wê hemtêkstêda, Ayvazyan derheqa dîlada û girîngîya paşdaanîna wanda gotîye û daye dîyarkirinê,wekî ji alîyê Adirbêcanêda ew prosês tê paşdaêxistinê û rûyê wê yekê li ser rîya mîyaserkirina elametîyên sêalî dijwarî pêşda tên”,-nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê.Wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên der derheqa pirsên bêqezîyabûna herêmêda xeberdane. Ayvazyan cedandinên alîyê rûsaye bona milahîmktrina halê hûmanîtarîyî li Arsaxê bilind qîmet kirî ye. Nava rojevêda usa jî pirsên derheqa destpêkirina şuxulkarîya helkrina pirsgirêka Qerebagêye bi rêya edil hebûne. Xeberdan derheqa hemsedirtîya koma Mînskêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button