Sereke

Cêribandina “daseknandina” koma Mînskê: gelo kirina sîstêma navnetewî nava vî halê nûda kîjan e?

Piştî şerê Araxêyî duem, fikirên derheqa mîsîya koma Mînskêye navçîgarîyê cûre-cûre ne. Bi fikira pêşezana, sîstêmê îdî modêrnîzasîya xwe unda kirîye, lê bi fikira beşke mayîn nava halê nûda mîsîya sîstêmêye nû heye.
Gelo nêzîkbûna rûsaye bona berdewamkirina xebata nava dorana koma Mînskêda û helkirina statûsa Arsaxê çi cûreî ye? “Radîolûr”-ê cêribandî ye wê yekê ji doranên rûsîye şiroçîya bide zelalirinê. Gelo piştî pênc sala wê çi bibe, heger Adirbêcan dewê bike ku hêzên aşîtîparêz ji herêmê bidine derxistinê? Bersiva vê pirsê li Moskvayê zelal tînin ber çevê xwe.
Moskva dicêribîne formata koma Mînskê bide dasekinandinê”. Ne ku formatê bide guhartinê, lê xebata formatê berdewmke. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Andrêy Rûdênko gotîye. Moskva fermî îzbat dike, wekî helkirina pirsgirêka Arsaxêye sîyasî hê pêşerojêdane. Cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der gotîye, wekî pirsa helkirina sîyasî hê pêşerojêdane, ya ku anegorî qirarên civîna Bûdapêştê li ser hemsedirên koma Mînskê maye. Bi gotina wî, piştgirîya koma Mînskêye navnetewî heye û ew dikare karê bide gavên pêşerojê û niha gerekê lez nekevin, wede wê bê. Serokê înstîtûta Rûsîyayêye Rojhilata Navîn Yêvgênî Satanovskî cêribandîye bersiva wê pirsê bide.
“Li wir aşîtîparêzên rûs sekinîne. Heger piştî pênc sala Adirbêcan dewê bike, bi texmîn, Moskva û Bekû wê rêya pevketinê bibînin. Çetin nava pênc salada Rûsîya usa zeyîfbe, ku mecal hebe dewa wê yekê bikin. Pirsa gerekê helkin û hîvîya pênc sal nesekinin”,-şiroçî gotîye.Fransîya jî dicêribîne formata koma Mînskê bide aktîvkirinê. Tabîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hê eyan nîne, çimkî serokê nû Co Baydên hê aktîvîya xweye hindava dew-doza Qerebagêda nade kifşê. Lê ev yek nade dîyarkirinê, wekî li Ştatên Yekbûyî pirsê hesab hilnadin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button