Sereke

Pêşezan wê yekê înkar dike, wekî erdheja li Ermenîstanê encamên xebitandina sîlihê bîolocî ye

Borcbirê serokê qulixdarîya Ermenîstanêye sêysmîkî Sos Margaryan wan behsa çawa yên nerast hesab dike, bi kîjana hatibû gotinê wekî erdhejên van axirîyaye li Ermenîstanê nava encamên xebitandina sîlihê bîolocîda qewimîne. Margaran daye dîyarkirinê, wekî ew erdheja yê têktonîne û ew yek girêdaî ye tabîya Ermenîstanêye sêysmîkîra.
“13-ê sibatê bi qewata navîn erdhej qewimî ye, ew nêzîkî Yêrêvanê bû. Ez didime bawarkirinê, wekî derheqa sîlihê bîolocîda xeberdan nikare hebe, çimkî merkezên wê erdhejê mera eyanin. Ew usa jî nava xerîta normên sêysmîkîda dîyar e û tê hesabê çawa zona bi qezîya.Erdheja Parakarêye sala 1937-a hema wê xetêra derbaz dibe. Ew çi ku qewimîye, bûyara tebyetî ye”,-sêysmolog gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button