Sereke

Bona çi merkezeke Kolûmbîyayêye tûrîstî bi navê Armênîya ye

Ew yek hatîye lêkolînkirnê ku bona çi li Kolûmbîyayê merkezeke tûrîzmêye mezin bi navê Armênîya ye. Fikirên cûre- cûre derheqa wê yekêda hene. Ew nav sala 188O-yî hatîye danînê, û wî çaxî xudîyê wî cîhî ermenî bûne, lê piştî neh sala ew cîh statûsa bajêr stendîye. Piştî qetlkirinên hemîdîya, paşê komkujîya Ermenîye sala 1915-a, bajar bona bîranîna cangorîyên ermenî çawa Armênîya nav kirine. Sala 1972-a bîznêsmênên ermenîye li Kalîfornîyayê li bajêr teşkîleta xêrkirinê vekirine. Bona qedirê wan, soqaqeke bajêr ser navê wan e. Anegorî tradîsîyayê bajarên kolombî bi du navane. Navê Armênîyayî duem “Bajarê ecêba”-ye. Gelek binelîyên bajarên Kolûmbîyayêye mayîn hiz dikin rojên hêsabûna xwe li Armênîyayê derbazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button