Sereke

Mazlûm Kobanî: Divê ENKS û PYNK fedekarîyê bikin

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) îro Şemiyê 20ê Sibata 2021an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dîdarek li ser dîroka nakokiyên kurdî pêşkêş kir. Di komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî de hejmarek ji partiyên siyasî, kesayetiyên civakî û mafnans beşdar bûn.
Fermandarê Giştî yê HSD-ê Mazlûm Kobanî jî bi rêya Vîdiokonferansê beşdarî dîdarê bû û têde ragihand, ku tu sedemeke bingehîn tune ye ku ENKSê û PYNKê lihev nekin.
Mazlûm Kobanî diyar kir ku li ser pirsên siyasî û îdarî nêrînên wan weke hev in û got: “Her çend şer bidomin û nakokî derkevin, divê nakokiyên kurdî li pêşiya pêkanîna yekitiya kurdî nebin asteng. Di civakan de bi giştî nakokî derdikevin, ne tenê li cem Kurdan. Gelek gelên ku nakokî di navbera wan de hebûn, niha bûne civakên herî xurt, ji ber ku xwe kirin yek û nakokî derbas kirin.”
Bi gotina Mazlûm ti sedemeke cidî li ber yekrêziya û yekîtiya Kurdan nîne û û nakokiyên niha dê bi demê re çareser bibin û got: “Divê aliyên siyasî hemû berjewendiyên xwe yên kesayetî deynin aliyekî û ji bo berjewendiya gelê Kurd kar bikin. Di vê dawiyê de ji bo pêkanîna yekitiya Kurd, gelek pêşketinên erênî çêbûn.”
Fermanderê Giştî yê HSDê herwiha got ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêkanîna yekitiyê divê herdu aliyên Diyaloga Kurdî-Kurdî fedakariyê bikin û tawîzan bidin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button