Sereke

Adirbêcanê borcdarîya xweye bona paşdavegerandina dîlên leşkerî neqedandîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan, wextê civîna onlayn, ya şêwira Organîzeya Netewên Yekbûîye mafên mêriv bi axaftin pêşda hatîye, kîjanêda derheqa agrêsîya leşkerîye berfireye dijî cimeta Arsaxê û encamên wêda daye dîyarkirinê. Ayvazyan gotîye, wekî Ermenîstan gihîştibû banga katibê Organîzeya Netewên Yekbûîye derheqa agirbsta globale wextê nexweşîya li dinîyayê belavbûyî. Feqet Adirbêcanê ew yek hesab hilneda û serbara serda jî halê wî cûreyî da xebatê û dijî cimeta Arsaxê agrêsîya berfireh destpê kir.
“Seroketîya Adirbêcanê veneşartîye, wekî armanca wê ew bûye ku rêça ermenîye li Arsaxê bi temamî bide hildanê û bi piştgirîya Tirkîyayê, usa jî têrorîstên kirêkirî, dijî ermenîya barbarî mîyaser kirine. Pirsa komkujîyê li herêmê bi wan barbarîya hate kifşê”,-wezîrê karên der gotîye.Wezîr cêrge şedetî raber kirine. Ewî usa jî derheqa agirbesta sêalîye 9-ê mijdarêda xeberdaye û derheqa xalên wê elametîyêda daye dîyarkirinê. Ji wê rojêda heya niha îdî çar meh derbaz bûne, lê ji alîyê Adirbêcanêda dîlên leşkerî û merivên sîvîle mayîn nayêne paşdadayînê.
“Ev yek dide kifşê, wekî Adirbêcanê borcdarîya xweye girêdayî paşdavegerandina dîlên leşkerîra neqedandîye û ew meriv hê nava dîltîyêdanin”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button