Sereke

Bona çi Têhran dixweze bibe endama Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkî

Serokê parlamênta Îranê elam kirîye, wekî nava hevtîyên pêşerojêda wê xebatên bona hazirkirina endamtîya nava Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkîda destpêbin. Vardan Voskanyanê îranzan derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê û gotîye,wekî ew yek dikare biqewime. Bi gotina Voskanyan, serokê parlamênta Îranê fikira sîstêma Îranêye sîyasî raber dike, lê ruhanîyê serok jî ji alîyê milê wê komêye, yên ku dixwezin werguhastina bikin.Bo wê yekê jî usa dertê, wekî îranî hazirin tevî Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkî bibin. Bi qîmetkirina îranzan, menîyên wê yekê çend hebin.Pirsa hîmlî heleqetîyên tevî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye, rûyê çida pirsgirêkên Îranêye êkonomîkî hene û îranî dicêribînin helkirina wan pirsa bi rêyên başqe bibînin.Ew usa jî dixwezin giranîya xweye gêopolîtîkî li Rojhilata Navîn û nava pêwandîyên tevî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bilindkin. Bi xeberdana derheqa wê yekêda, wekî bi wê yekê Ermenîstanê çi bistîne, wekî Îran bibe endama yekîtîyê, îranzan gotîye, wekî alîyê Îranê gelek cara daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan nava hemtêksta heleqetîyên Îranê wê yekîtîyêda dikare bibe dergeh û heger Îran bibe endama Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî, wî çaxî ber çevaye, wekî ew yek kara Ermenîstanêye.
“Endemtîya Îranêye nava Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkîda, Ermenîstanêra dest dide, çimkî sînorên Ermenîstanêye tevî welatên yekîtîyê tunene. Wî çaxî tevî Îranê zona êkonmîkîye tevayî çê dibe.Mecal çê dibe, ku nava sûka îranîda hazirbin û ji alîkî mayînva jî ber çevaye, wekî sûka ermenî jî wê bona eşîyayên îranî vekirîbe. Ji alîkî mayînva jî, heger faktora gêopolîtîkî hesab hildin, Ermenîstanê mecalê bistîne tabîya xweye gêopolîtîkî li herêmê bide qewatkirinê, bi hesabhildana heleqetîyên Tirkîyayê û Adirbêcanê.Ew dikare tevî Îranê nava yekîtîya êkonomîkîda wê yekê bide xebatê, ku nava govekên mayînda hevkarîyê bide kûrkirinê, gilî berê ewlin derheqa goveka bêqezîyabûnêdane, ya ku girêdaîye qeza Ermenîstanêye Syûnîkêra”,-pêşezan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button