Sereke

Barzanîyê serekwezîr bangî hukumata Îraqê dike, ku bêqezîyabûna mîsîyayên dîplomatîye li Îraqê bidine çareserkirinê

Serekwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî êrîşa ser baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Begdayê, ya roja duşemê, gunehkar kirîye û bangî hukumata fêdêral kirîye, ku mîsîyayên dîplomatîye li welêt biparêzin.
“Ez wê êrîşê, ya li ser baylozxana Ştatên Yekbûîye li Begdayê gunehkar dikim. Mîsîyayên dîplomatîye li Îraqê, rastî rîskeke mezin tên.Ew li virin, ku alî berxudana dijî têrorîzmê bikin û Îraqê bidine dasekinandinê.Ez bangî hukumata fêdêral dikim, ku bona çareserkirina bêqezîyabûna wan gavên praktîk biavêjin. Êrîş gerekê bêne sekinandinê”,-Mesrûr Barzanî Twittere-da nivîsîye.
Êvara 22-ê sibatê berbi baylozxana Ştatên Yekbûîye li Begdayê sê rokêt hatine berdanê. Du rokêt ketine nava “Zona kesk”, li kîderê avayên mîsîyayên dîplomatîne, lê yek jî ketîye nehîya jîyînêye ji wê zonayê der. Hatîye ragîhandinê, wekî çar avtomaşînên sîvîl zyanê ketine û zyankêşên mayîn tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button