Sereke

Bi gavên li ser xwe guman em berbi bêqezîyabûnê û qewînbûnê diçin: serekwezîr

Bona çareserkirina bêqezîyabûn û qewînbûna Ermenîstanê û dora Ermenîstanê hukumat bi gavên gumanê pêşda dilive. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî Nvêr Mnasakanyan, ya ku bi malpera 1in.am-ê tê weşandinê, Nîkol Paşînyanê serekwezîr gotîye û bersiva wê pirsê daye ku gelo dikarin pirsgirêka here mezin yan li Ermenîstanê, yan jî ji Ermenîstanê der bidine dîyarkirinê.
“Em bi texmîn dikevine nava êtapa altkirina encamên şêr. Hene encam, yên ku yên altkirinê nînin.Ez dixwezim bi taybetî derheqa birayên me, cangorîyên meda bêjim, kîjana em nikarin îdî paşda vegerînin. Lê bi tomerî hildayî him pirsên meye hundur û usa jî yên der hene. Bi qîmetkirina min, ew pirs halê bêqezîyabûnêva girêdayîne.Ev bû menî, wekî piştî şêr, çawa pirsgirêka pêşin, min derheqa çareserkirina qewînbûn û bêqezîyabûna dora Ermenîstanê û li Ermenîstanê daye dîyarkirinê.Em nikarin bêjin, wekî ev pirsgirêk bi sed selefî helkirîye, lê tê bêjî em bi gavên bi guman wî alîda diçin”,- serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button