Sereke

Li Ermenîstanê diqewime pêla koronavîrûsêye sêem hebe: Romêla Abovyan

Bi gotina Romêla Abovyanê, li Ermenîstanê menîya zêdebûna hejmara nexweşên bi koronavîrûsê, xweynekirina qanûnên bêqezîyabûnêye.Meriv îdî diçine ser xebatên xwe û rastî gelek dorana tên, maska nadine xebatê û dîna xwe nedine ser hîgîyêna desta .Li Ermenîstanê hatîye kifşê, wekî hejmara nexweşa zêde bûye. Nava 14 rojên dawîda bûyarên îzbatbûna nexweşîyê bi 15 selefîva zêde bûne. Derheqa wê yekêda seroka beşa merkeza nexweşîyên înfêksîyon Romêla Abovyanê gotîye.Ewê daye dîyarkirinê, wekî cimet gerekê dereca hişyarîyê dîsa bilindke û hemû qanûnên dijî nexweşîyê xweykin.Bo wê yekê jî ewê daye dîyarkirinê, wekî diqewime li Ermenîstanê pêla nexweşîyêye sêem hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button