Sereke

Nava 2O rojên meha sibatêye ewlinda, zivira kirîn-frotanê bi 44 mîlîyard dirama himberî sala 2O2O-î zêde bûye: Paşînyan

Çawa mecala rastkirina atmosifêra li welêt sazbûyî, Nîkol Paşînyanê serekwezîr mîyaserkirina “Xerîta rê”-ye 18-ê mijdarêye ji alîyê wîda belavkirî têra dibîne.
” Ez dikarim bêjim, wekî “Xerîta rê”, ya ku ji alîyê minda hatîye belavkirinê, bi açixî tê mîyaserkirinê. Heya niha me nêzîkî 17 bername mîyaser kirîye û ez dikarim bêjim, wekî niha me li Arsaxê bernama bahê 23 mîlîard dolara mîyaser kirîye. Ew bername wê bighîje 5O-î mîlîard diramî. Em bernama usa jî li qeza Syûnîkê mîyaser dikin “,-serekwezîr gotîye. Nîkol Paşînyan usa jî werguhastinên nava sîstêma mehkemê-hiqûqîda girîng hesab dike. “Niha lê binihêrin ku çi diqewime. Êkonomîka bersiva bernamên meye mîyaserkirî dide. Nava 2O rojên meha sibatêda, zivira kirîn-frotanêye li welêt bi 44 mîlîyard diramava himberî sibata sala 2O2O-î zêde bûye.Eva bi 13 selefava zêdeye”,-Nîkol Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button