Sereke

Parêzerê mafên mêriv mînakên piştgirîya doxtirên leşkerîye ermenîye ku alî dîlên leşkerî dikin, raber kirine

Leşker û merivên sîvîle ku ji dîltîya li Adirbêcanê paşda vegerîyane Ermenîstanê, ji alîyê doxtirên leşkerîda piştgirîya mezin stendine.Ev hemû tişt wextê seredanên parêzerê mafên mêrivî li hospîtala, hatîye ber çeva. Monîtorîngên parêzerê mafên mêriv, didine kifşê, wekî doxtirên leşkerîye li Ermenîstanê mîsîya xweye hûmanîtarî li ser dereca bilind mîyaser dikin. Derheqa wê yekêda usa jî welatîyên sade dibêjin, yên ku xebata doxtira çawa xebata mêrxasîyê hesab dikin. Wextê opêrasîyonên şêr jî doxtirên leşkerî merivên dawî bûne, yên ku ji cîhên opêrasîyona dernektine, yên ku wextê opêrasîyona alîkarî dane leşkerên birîndar.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button