Sereke

Zerîf: Îran dijî wê yekêye ku hêzên Tirkîyayêye sîlihkirî li Sûrîyayê û Tirkîyayê bêne cîhwarkirinê

Îran dijî wê yekêye ku hêzên Tirkîyayêye sîlihkirî li Sûrîyayê û Tirkîyayê bêne cîhwarkirinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Îranêyî karên der Mehmed Cewad Zerîf elam kirîye û gotîye,wekî nava pirsa îzbatkirina tevgirêdanên di navbera herdu welatada nêzîkbûna hukumata Tirkîyayê şaşe.
Tirkîyayê bi hezara leşker şandine Sûrîyayê û bakûrê Îraqê, bazayên leşkerî saz kirine, nenihêrî wê yekê, wekî dijî wan kirina li Begdayê û Damişqê meş tên teşkîlkirinê.
“Em hazirîya bazayên tirkaye li Sûrîyayê û Îraqê, usa jî sîyasîya Enqerêye hindava Damişqê û Begdayê çawa sîyasîya şaş hesab dikin û wê yekê înkar dikin”,-Mehmed Zerîf gotîye. Bi gotina wî, meremê Îranêyî tek-tenêyî li Sûrîyayê, şerkarîya dijî têrorîzmêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button