Sereke

Dinîya gerekê bizanibe, wekî li Adirbêcanê dîlên ermenî bi neqanûnî xweyî dikin: Tomaş Lêx Bûçêk li Ermenîstanê ye

Şuxulkarê polonîyî sîyasî Tomaş Lêx Bûçêk û advokatê wîyî esilê xweda ermenî Babkên Xanzadyan li Ermenîstanêne. Nava encamê hevdîtinada, pirsa paşdaanîna dîlên ermenî tê gotûbêjkirinê. Sîyasetmedarê polonî ji malperên cuda-cuda gefxwerina distîne. Wextê şerê Arsaxê Tomaş Bûçêk, li ser hîmê xirabkarîyên leşkerî, îmze berev dikirin ku li mehkema Haagayê dijî Adirbêcnê îş bê vekirinê. Bona sekinandina şuxulkarîya ku piştgirîya ermenîya dike, Adirbêcanê pere pêşnîyar kirine, lê Tomaş Bûçêk ew yek înkar kirîye. Ew û advokatê wî Babkên Xanzadyan îdî rastî wekîlê Ermenîstanêyî pirsên dîyasporayê Zarê Sînanyan hatine.
“Me pirsa lez paşdaanîna dîlên ermenî gotûbêj kirîye. Temamîya dinîyayê gerekê bizanibe, wekî leşkerên ermenîye li Adirbêcanê bi neqanûnî niha nava dîltîyêdanin”,-sîyasetmetdarê polonî gotîye.Wextê qisa tevî “Radîolûr”-ê advokat gotîye, wekî Tomaş Bûçêk rojên şerên Arsaxê berbirî wî bûye, lê şuxulkarîya wîye ermenîparêzî li ser dikên navnetewî bi berfireyî belav bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button