Sereke

Serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û dêlêgasîya Ermenîstanêye dîplomatî pêwandîyên dualî gotûbêj kirine

Dêlêgasîya Ermenîstanêye dîplomatî rastî sîyasetmedarê kurd û serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî hatîye, bona ku pêwandîyên dualî û pirsên başqe gotûbêj bikin. Wextê hevdîtinê, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Artak Apîtonyan daye dîyarkirinê, wekî pêwandîyên çandî îzinê didine ermenîya û komên êtnîkîye mayîn, ku li Kurdistanê nava halê başda bijîn. Apîtonyan gotîye, wekî Ermenîstan hazire ku pêwandîyên dîplomatî û êkonomîkî tevî Kurdistanê bide berfirehkirinê.
Mesûd Barzanî sirîya xweda derheqa pêwandîyên dîrokîye di navbera cimetên ermenî û kurdda daye dîyarkirinê û bîr anîye,wekî nava dîrokêda radyoya bi zimanê kurdî cara ewlin ji Yêrêvanê weşana xwe destpê kirîye, ya ku bona kurda bûye gaveke dîrokî. Ewî gavên bona qewînkirina pêwandîyên di navbera Hewlêrê û Yêrêvanêda silav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button