Sereke

Paşînyan hemû hêzên sîyasî teglîf kir ku bi rêya konsûltasîya hal bidine milahîmkirinê

Serekwezîrê Ermenîstnê Nîkol Paşînyan bangî hemû hêzên sîyasî kir ku hemû aksîya bidine sekinandinê û konsûltasîya destpêkir, bona ku pirsgirêk bê helkirinê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê mîtînga li meydana Komarê, wextê axaftina xwe, daye dîyarkirinê. “Ez hîvîyême, wekî serokkomarê Ermenîstanê wê emirnivîsara derheqa derxistina serokê ştaba sereke Onîk Gasparyane ji qulixê îmzeke, yan jî Onîk Gasparyan bi xwe ji qulixê dûrkeve û ezê tevî hêzên sîyasî konsûltasîya destpêkim, ku çawa vî halî rastkin”,-Paşînyan gotîye.Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî ew hazire tevî wan hêzên sîyasî jî konsûltasîya destpêke, yên ku serokatîyê rexne dikin. Ewî serda zêde kirîye, wekî Ermenîstan welatê dêmokrtîke û xwestina cimetê gerekê mîyaserbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button