Sereke

ŞAY cara ewlin komplêksên rokêtaye “Pêtrîot” li Sûrîyayê cîhwar kirine

Ji Kurdistana Rojavayê elam kirine wekî eskerên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî cara ewlin li ser topraxa Sûrîyayê, komplêksa rokêtaye “Pêtrîot”, li bazake xweye leşkerî, cîhwar kirine. Amêrîkî li ser têrîtorîya Sûrîyayê firegeha leşkerîye nû, nêzîkî cîhê neftêyî Al Omarê çê dikin.Ev hemû tişt didine kifşê, wekî armanca Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî tune ku ji Sûrîyayê here. Xêncî wê yekê, ew eşkere piştgirîyê didine kurda ku ew dewleta xwe çêkin. Gelo Tirkîyayê çi cûreyî bersiva vê yekê bide, hê eyan nîne.Feqet meriv dikare bêje, wekî rûyê Waşîngtonêda li ser têrîtorîya Sûrîyayê konflîktê hê dirêj bikişîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button