Sereke
Serekwezîrê Kurdistanê vekirina konsûlxana Ermenîstanê silav kirîye
Serekwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî vekirina konsûlxana Ermenîstanêye sereke li Hewlêrê silav kirîye û ew yek hesab kirîye çawa qewînbûna pêwandîyên dualîye nava govekên cuda-cudada.
Serokê hukumata Herêma Kurdistanê dêlêgasîya Ermenîstanê bi serkarîya cîgirê wezîrê karên der Artak Apîtonyan qebûl kirîye, yê ku nava seredana durojêda tevî vekirina konsûlxana Ermenîstanê bûye.Wextê hevdîtinê, Apîtonyan razalixî elamî Kurdistanê kirîye, bona qedirgirtina netewên kêmjimar, nava wanda usa jî ermenîya, wekîlê kîjana nava parlamênta herêmêda heye. Apîtonyan gotîye, wekî Yêrêvan dixweze pêwandîyên tevî Hewlêrê bide berfirehkirinê, bi hevkarîya nava govekên cuda-cuda, nava çandê û êkonomîkayê.