Sereke

Ara Ayvazyan Tirkîyayê nava dew-doza Qerebagêda çawa faktora xirab hesab dike

Tirkîya nava dew-doza Qerebagêda eşkere roleke xirab diqedîne, bi taybetî nava pirsa agrêsîya dawîda. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan wextê hevpeyvîna tevî RÎA Novostîyê gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew yek wî çaxî hate kifşê, wextê ku Tirkîyayê ji Rojhilata Navîn têroîst û çekdar şandine dijî Arsaxê û bi aktîvî piştgirî da Adirbêcanê. “Em hîvîyêne wekî civaka navnetewî wê hukumê xwe bide kifşê, ku Tirkîya nêzîkbûna agrêsîve eşkereye dijî Ermenîstanê û cimeta ermenî careke mayîn lê binihêre”,- Ayvazyan gotîye. Bi dayîna bersiva wê pirsê, ku bona Yêrêvanê tiştê qebûlkirinêye ku Tirkîya tevî şuxulkarîya hevraxeberdanên bona pirsgirêka Qerebagê bibe, Ayvazyan gotîye wekî tenê hemsedirên koma Mînskê dikarin tevî şuxulkarîya hevraxeberdana bibin.”Tirkîya, ya ku bêyî veşartin nava şerê dijî Arsaxê piştgirî da Adirbêcanê, îdî daye kifşê, wekî ew ji şuxulkarîya hevraxeberdana dûre”,-wezîrê karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button